Vaten:Luzy-sur-Marne

Ez zaravayê zazakî baş nizanim jiber vê yekê bi kurmancî dinivîsim. Hêvîdarim ku baş bên fehmkirin. Wîkîpediya zazakî tijîkirine gotarên kurt û vala têne çêkirin û li vir tu bikaranîna çavkanîyan tine. Sedem çiye nizanim lê livir tu dîsiplînek tuneye. Goterên bê çavkanî ne ensîklopedîk e. Ji kerema xwe çavkanî û hinek agahîyên dirêj di nav gotaran de bikar bînin. Penaber49.

Ger Zazakî bi rastî zaravayek bûya, hûn ê wiya baş zanibûna û fam bikirana. Ji ber ku ne wusa ye, hûn nizanin û ji ber vê yekê hûn fam nakin. Lê ev ne mijara me ye. Dîsa jî, min hevalê xwe di derbarê mijarê de hişyar kir. Herin li zimanê xwe mêze bikin, destê xwe nedin karên meyên hundurîn. -- Mirzali (mesac) 04:52, 1 Keşkelun 2020 (UTC)
@Mirzali, you forgot a basic Wikipedian rule: be polite! Xatirê be to. --MikaelF (mesac) 14:12, 3 Keşkelun 2020 (UTC)

Silav li hemî xebatkarê wîkîpediya zazakî, xeyn ji mîrzalî! Min çi gotiye Mîrzalî çi dinivîse ez bikarhênerekî Wîkîpediyayê me li gorî polîtîkaya wîkîpediyayê mafê minên rexne ya li hemî versiyonên wîkîpediyaya heye. Ez qala kêmasîyên li ser wîkîpediya zazakî dikim Mîrzalî li vir êrîşê min dike?? Zazakî wek kurmancî soranî Kelhûrî ne zaravayekî ne kurdî ye gelo??? Ev gotina mîrzalî tê çi wateyê gelo??

Xwoserî Kurdî, kar kurdî, ber kurdî, Mîr Kurdî, Zal Kurdî. Lê Mîrzalî ne diyar e. Bimînin di xêr û xweşiyê de. Penaber49

Ma ez ê kerem û dilovanî ji we fêr bibim? Ma hûn ji şekir in, hûn dihele, an hûn ji camê hatine çêkirin? Hûn dikarin pê ewle bin ku ez qaîdeyên Wikipedia-yê ji we çêtir dizanim. Ya rastî, hûn ji hev cesaret dibînin û diçin êrîşek girseyî. Hûn ê vî zimanî nezanin û fam nekin, û hûn ê xwe mafdar bibînin ku li ser vî zimanî werin darizandin. Kî vî mafî dide we? Heye, tiştê xwe bike ku hûn çêtir dizanin. Li vir gendelî û cûdakariyê neafirînin. -- Mirzali (mesac) 05:30, 4 Keşkelun 2020 (UTC)

Mîrzalî! Ez dixwazim tiştek ji te pirs bikim. Gelo tû endamê kîjan Ülkü Ocağı ya tirka yî? Ziman û rêzgirtin a te gelek dişibe wan. Te devê xwe û ciyek din tevlîhev kiriye.

Bırêz @Penaber49, jı bo şirova xwe spas. Çı destbera me adminan tê, em dıkıne. Lêbelê madem ku hûn zımanê Zazaki baş nızanın û admin ji ninın, kemasiya Wikipediya Zazaki çıma bûye derdê we? Bınêrın, Kurmanci ne zımanê me ye, lê hûn tên, bê pırsınê ku em zımanê we dızanın an na, dest pê dıkın, jı me ra Kurmanci dınıvisın. Em jı adminan û bıkarhênerên Wikipediya Zazaki qet tên Wikpediya Kurdi (Kurmanci) û rexne dıkın? Çı heqa me heye, eger ku em Kurmanci baş nızanın, werın, we rexne bıkın? Em tên, Kurmanci "zaravayeki Zımanê Zazaki" an "zaravayê Farısi" ilan dıkın? Zazaki lı nav 40 zımanên İrani zımaneki serbıxweye. Jı Beloçi, Tati, Mazenderani, Sengseri, Kurdi, Deriya Zertuşti, Talışi, Farısi nêzık e. Jı aliya zımannasiyê qet sebebek, argumanek tune ku Zazaki zımaneki Kurdi be. Lı ilmê zımanan ciyê Zazaki mıhkem e. Jı we ra zehmet, ewıl lı ser Zazaki lı çavkaniyên zımannasan bıxwinın. www.iranicaonline.org an ji www.zazaki.de de lı ser Zazaki meqaleyên ilmi hene.

"xo" Zazaki û İrani ye. "kar": İrani ye. Ber: İrani ye. Va kelımên İrani yên muşterek ın, ne tenê Kurdi ne. Mir: Erebi ye. Za: Zazaki ye (û irani ji), 'Eli: Erebi ye (Mirza - Eli/Ali). Çı yê ku diyar e, hûn ne zımannasın ne ji jı İranolojiyê xebera we heye. Kevır lı ciyê xwe gıran e. Ewıl bızanın, şunda werın, dersê bıdın me. Bıminın xêr û xweşiyê de. --Asmêno Bêwayir (mesac) 10:09, 4 Keşkelun 2020 (UTC)

Silav birêz @Asmeno, rexneya min ne ji bo xirabî ya Wîkîpediya zazakî bû. Ez jî beşdarî gotina te dibim û daxwazek min heye ji kerema xwe mîrza bişînin navandekî perwerdehî yê ew nîkarê bi civakê re pêş ve biçe. Ji vir pêde kêmasî û zêdeyî ya we ji min re qet derd nîne. Min gelek rexneyan li ser wîkîpediya tirkî kir li tû kesê wekî mîrza êrîşê min nekir. Rêveberê wîkîpediya kurdî min hişyar dikin jibo ku zêde li vir nîqaşê nekim û ez vê nîqaşî li vir bidawî jî dikim. Ez ne zimannasim.. lê demekî min li ser stranên zazakî lêkolîn kir ez dikarim bêjim ku peyvên wan sitranên zazakî ji sedî 70-80 bi koka xwe ji zimanê kurmancî bû. Ez dîsa dîyar dikim armanca min ne nîqaşek bi vê rengê ye li vir hevalek du heval hene di gotarên xwe de gelek kêmasî dihêlin. Min çend car hewl da ku ez vê kêmasiyê bînim ziman û piştre min vê rexneyê kir. Bi rastî jibo hinek bersivên we yên ecêb ez di şaşiyan de me. Awayê ku min pêzanî ez tu hêvîyek jî di we de nabînim. Ez vê şîroveyê bi gotina mezina bi dawî dikim.. "Win xêr bibînin ji bazara xwe" bi xatirê we. Penaber49.

Ma derewên we têr nakin? Edi bese! Li cihê ku nîqaşên we diqedin, hûn li ber lingên xweyên ku jê re dibêjin bêguneh û mêrxas radizên. Bê guman kêmasiyên me hene, lê ev karê meya hundurîn e. Her çend hûn bi vî zimanî nizanin jî ne hewce ye ku hûn werin û wê hinekî tevlihev bikin. Ez farsî, mazenderanî û gilakî jî baş fam dikim, an jî ew ji zazakî ya me fam dikin. Yek ji wan tê û ankor dike ku zazakî zaravayek zimanê me ye? Lê hûn vê yekê di her fersendê de tînin ziman. Ez jî jê re alerjîk im. Kî xwe kurd dibîne çi dibe bila bibe, ez vê yekê jî bala xwe nadimê. Lêbelê, zazayî di nav zimanên iranî de zimanek cûda ye û devokên wê hene, û ew ne devoka zimanek din e. Ev diyarde ji hêla zimanzanan ve hatî îspat kirin. Ew diyar nake ku zimanek bi peyvên hevpar an peyvên bi vî rengî zaravayek ê din e. Hûn ê li avahî û rêzimana zimên binêrin. Berî her tiştî, heke hûn cûdahiyan dibînin û hîn jî ji wî zimanî fam nakin û naaxifin, kar qediya. Ma ji wê zêdetir tiştek heye? Bazirganî karsaziya we ye. Em li vir bi danûstendina zimanê xwe bazirganiyê nakin. Ez dibêm qey hewcedariya te bi perwerdehiyê heye, ne ya min, ezbenî. -- Mirzali (mesac) 06:48, 5 Keşkelun 2020 (UTC)
Ravêre be pela "Luzy-sur-Marne"